Navenda Texmînên Hîdrometeoroojîk a Neteweyî ragihand ku li herêma Thanh Hoa ya li bakurê navîn ê welêt, germahî gihîştiye 44.1 pileyî.

Rekora germahiyê ya neteweyî ya beriya niha 43.4 pile bû ku 20’ê Nîsana 2019’an hatibû pîvandin.

Rayedaran diyar kirin ku ev rekora germahiyê, ji ber guherîna avhewa û germahiya global cihê fikaran e.

Avhewaya Vîetnamê ji bakur heta başûr ji hev cuda ne. Lê belê welat bi temamî niha ketiye nava mehên germ.