Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di daxuyaniyek de ragihand, îro di civîna wezîrên karên derve de ku li paytexta Misir Qahîreyê pêkhat, li ser vegera Sûriye ya di nav Yekîtiya Erebî de lihevkirin çêbû.

Ehmed Sehaf diyar kir ku Yekîtiya Erebî wê ji niha û şûn de qonax bi qonax ji bo çareserkirina qeyranên li kar Suriyeyê bike.

Li aliyê din Tora El Erebiyê ya Siûdiyê jî ragihand ku di civîna li Qahîreyê de li ser “vegera bi şert” a Sûriyeyê li Yekîtiya Erebî lihevkirin çêbûye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku encamnameya ku ji civînê derkeve, tê de hatiye gotin ku ji îro (7’ê Gulanê) û şûn de şandeyên Sûriyeyê dikarin tevlî civînên Yekîtiya Ereb bibin.