Di nav kesên 25’ê Nîsanê li Tirkiyeyê hatin destgîrkirin de, 25 parêzer jî hebûn.
Baroya Cenevreyê, Federasyona Parêzeran a Swîsreyê, Yekitiya Parêzeran a Navneteweyî (ÛIA), Yekitiya Baroyan a Navneteweyî (IBA), Konferansa Baroyan a Navneteweyî (CIB) û Çavdêrîxaneya Parêzerên Di Bin Riskê De Ya Navneteweyî (OIAD), bi nameyeke ku ji Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag re şand, zext şermezar kirin.
Li ser navê saziyên hiqûqê yên Swîsreyî, name bi îmzeyên Serokê Baroya Cenevreyê Mîgûel ORAL, Serokê Hiqûqnasên Pêşverû yên Cenevreyê Valérîe DEBERNARDI û wekîlê Komeleya Hiqûqnasên Pêşverû yên Cenevreyê Clémence JUNG, hat şandin.
Saziyên hiqûqê diyar kir ku ew ji ewlehiya parêzerên destgîrkirî û girtî bi fikar in û gotin: ‘’Di nav kesên 25’ê Nîsanê li Tirkiyeyê hatin girtin û destgîrkirin de, 25 parêzer jî hene. Ji ber biryara nepeniyê ya li ser dosyeya lêpirsînê, tu agahî di der heqê naviroka dosyeyê de nehatiye wergirtin.’’
Saziyan, bi bîr xist ku 3 parêzer hatine girtin û ev tişt anîn ziman: ‘’Di vê barê de, Komeleya Hiqûqnasên Nûxwaz a Cenevreyê û Baroya Cenevreyê, dixwazin bala meqamên Tirk, bibin ser Rêgezên Bingehîn ên Rolê Parêzeran ên Neteweyên Yekbûyî yên sala 1990’î.
Saziyan her wiha bang li rayedarên Tirk kir hemû parêzer û mafparêzan biparêzin û got: ‘’Parêzer ku li Tirkiyeyê karê xwe bikin û gava çalakiyên xwe yên ji bo mafên mirovan, divê ji destdirêjî û tirsandinê bên parastin.’’