Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê QSD‘ê Mehmûd Mihemed bi nasnav Bahoz Qamişlo ku 26‘ê vê mehê di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de li bajarokê El-Sûsa şehîd bibû ji Mecli sa Mablatên Şehîdan a taxa Enteriyê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Kerwanê cenaze, li goristanê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin .

Ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidaristin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Elî Umer axivî û got:  “Em sersaxiyê ji malbata şehîd Bilind û Bahoz re dixwazin û di kesayeta her du şehîdan de hemû şehîdên têkoşîna zadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî giyanên wan ditewînin.”

Ji fermandarên YPG`ê Dijwar Qamişlo axivî û ev tişt anî ziman : “Şehîd Bilind li çiyayê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê şer kir ta gihişt asta şehadetê. Şehîd Bahoz jî li dijî çeteyên girêdayî faşîzmaya Tirkiyê DAIŞ‘ê sekine û di oxira rizgarkirina herêmê ji çeteyên de şehîd bû.”

Qamişlo di berdewama axaftina xwe de got: “Tevgera têkoşîn û şoreşgerî bi keda şehîdan ava bûye, bila dijminên me yên ku êrîşên xwe li hemberî me dijwar kirine baş nas bikin ku em ji wan natirsin û em ê heya dawiyê şerê wan bikin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

Di merasîmê de, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwer Şêxmûs nasnameya şehadetê ya şehîd Bahoz Qamişlo xwend û radestî malbatê kir. Her wiha şehadetaa gerîlayê HPG‘ê Birûsk Îbrhîm (Bilind Çiya) ragihand ku di 14‘ê vê mehê li Çelê ya Bakurê Kurdistanê şehîd bibû û pêşkêşî malbatê kir.

Bi navê malbata şehîd Bilind Çiya Apê wî Mihemed Emîn Îbrahîm axaftin kir û got: “Em soza ya ku me bi xwe re û rêberê xwe Abdullah Ocalan daye nû dikin, ku em ê şoreşê berdewam bikin, em amade ne ku berdêlên giranbuha bidin ta tevahî herêmê rizgar bikin.”

Dayika şehîd Bahoz Sedîqa Osman wesyeta kurê xwe yê şehîd pêk anî ku beriya şehîd bikeve gotibû dema ez şehîd bibim 3 caran bilîlî ne.

Dayika Şehîd Bilind Çiya jî got: “Em ji dijmin natirs in, her çendî me şehîda dan îradeya me xurtir dibe, em bibin bombe û bi Erdogan û hevalên wî ve biteqin, Erdogan bi van kiryarên xwe yên li djiî kurd û gelên herêm gora xwe bi destê xwe dikole.”

Cenazeyê şehîd Bahoz Qamişlo di nava tilîlî û dirûşmeyan de hate veşartin.

ANHA