Federasyona Rojnamevanan a Navnetewî IFJ, li ser malpera xwe ya fermî, daxuyaniyeke weşand û banga pêwîstiya rawestandina êrişan li dijî rojnamevan û xebatkarên ragihandinê kir.

Federasyonê di daxuyaniya xwe de got; “23’yê Tebaxê di encama êrişa balafireke bêmirov de li bajarê Qamişlo ku di bin kontrola QSD’ê de ye, ajokar Feysel Hec Sînan hat kuştin û nûçegihan Delîla Egîd bi giranî birîndar bû.

Her du jî xebatkarên JIN TV ne ku ji aliyê komeke rojnamevanan ve tê birêvebirin.”

Federasyonê bang li dewleta Tirk kir ku derbarê buyerê de lêpirsînekê bide destpêkirin.

Û bi berdewamî xwest ku rojnamevan û karmendên ragihandinê neyên hedefgirtin.

Federasyon bibîr dixe ku li herêmê cara duyemîn e Tirkiye bi êrîşa li ser rojnamegeran tê sûcdarkirin.

Li gorî federasyonê, ajokarê Jin TV Feysel Hac Sînan 17. xebatkarê medyayê ye ku di sala 2023’yan de hatiye kuştin.