Li gorî meclisa leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed El Xebîl ji ber pêkanîna sucan li dijî xelkê herêmê û bazirganiya hilbijarê ji erkê hatiye dûrxistin.
Hêzên Sûriya demokratîk derbarê bûyerê de li ser malpera xwe daxuyanî da û wiha got.
Demeke dirêje tevger, kar û bar û têkiliyên Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Xebîl dihatin lêkolînkirin.
Dozgeriya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama van lêkolîn, rapor û gilî û gazinên şêniyan de, gelek û sûc û binpêkirinên di warê pêwendiyan de, di warê koordîneya wî bi hin aliyên derve yên dijberî şoreşê de û hwd. tesbît kirin.
QSD’ê da zanîn; ji ber rêveberiya wî ya xerab a di rewşa ewlehiyê de, rola wî ya neyînî di warê zêdekirina çalakbûna şaneyên DAIŞê de, bikaranîna erkê xwe di berjwendiyên xwe yên kesayetî û malbatî de ku li dijî rêziknameya Hêzên Sûriya Demokratîk e;
Li ser rapor û gazinên şêniyan jî, bi fermana Dozgeriya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê,
Meclisa Leşkerî ya Meclisa Dêra Zorê bi erêkirina Meclisa Leşkerî a Hêzên Sûriya Demokratîk, bi daxwaza girtina wî Ehmed Xibêl ji erka wî ya fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê dûr xist.
Hêzên Sûriya Demokratîk her wiha erkên 4 kesên din ên di nava meclisê de ku rasterast destê wan di wan sûc û binpêkirinan de heye, bi dawî kir.