Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya têkildarî êrîşên li zindanan ên desthilatdariya AKP-MHP’ê û qetilkirina Şakîr Tûran daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di encama polîtîkayên şerê taybet de ku rêxistina çete faşîst a AKP-MHP li zindanan bi cih tîne, hevrêyê me Şakîr Tûran ê 70 salî hate qetilkirin.

Beriya şehadeta xwe di nava şert û mercên zehmet de bi malbata xwe re axivî bû û gotibû, ‘Serê min bilind e, min paş ve gav neavêt’ û bi vî rengî bû mînaka rastiya berxwedanê ya PKK’ê û welatparêziya Kurdistanê.

Girtiyan, di şexsê Şakîr Turan de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bîr anîn û ji malbata Tûran, xelkê Stewrê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiy xwest.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Hevrêyê me Şakîr ku hişmendiya welatparêziyê ya kûr di ruh û mejiyê xwe de jiya û da jiyîn, ji bo serketina têkoşîna azadiyê ya bi rûmet û mafdar a gelê me û azadiya Kurdistanê bi ser bikeve, xebitî.

Ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ve hate girtin û il zindana Tîpa L a Erzînganê hate bicihkirin.

Hevrêyê me Şakîr li hemberî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê û polîtîkaya serîtewandinê ya faşîzma AKP-MHP’ê ya li zindanan, bi ruh û rêbaza fedaî ya Apoyî li ber xwe da û bersiva pêwîst da dijmin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê gotin:

Di serî de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, Wezareta Edaletê, rayedarên Girtîgehan, Nexweşxane, Saziya Tiba Edlî û partiyên siyasî yên li gorî rejîmê tevdigerin, ji qetilkirina hevrêyên me yên li zindanan berpirsyar in.

Li dijî tecrîdê jî girtiyan bang li CPT kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne:

“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT ye, ku qaşo îdîa dikin ew parastina maf û hiqûqê dikin û êşkenceyê asteng jî berpirsiyar in.

Em bang li wan dikin ku ji bo rakirina tecrîda neexlaqî û li dijî hiqûqî tavilê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Girtiyan di dawî de got

Bi rastiya ‘Ez serbilind im, min paşve gav neavêt’ ku hevrêyê me Şakîr li me kir wesiyet, em têkoşînê li her qadê mezin bikin.”