Zeytin Satici, di 1981’ê de li Gundê Katûne yê Şemzînana Colemêrgê ji dayik bû.

Di 2017’an de li Mêrdînê hat binçavkirin û bi behaneya “xerakirina yekîtiya dewletê”,”endamtiya rêxistinê” bi 7 salan hate ceza kirin.

Zeytin 7 salan girtî bû û diviyabû beriya 6 mehan werê berdan. Lê Komisyona Infazê, berdana wê taloq kir.

Zeytin 42 salî ye ji Girtîgeha Kocaeliyê hat tehliye kirin û ji JINNEWS’ê re axivî û got; Jinan her dem li dijî polîtîkaya tecrîdê pêşengiya têkoşînan kiriye. Wateya girtîgehê ji bo kesan û civakê îrade ye. Divê em li ser vê bingehê girtîgehan bigirin dest. Kesên di girtîgehan de xwedî îrade ne. Bi saya têkoşîna girtiyan, girtîgeh veguheriye qadê jiyanê.

Zeytin dazanîn ku, sîstem êrişî jinên xwedî îrade dike û wan dixe girtîgehê. Lê jin li girtîgehan jî têkoşîna xwe mezintir dikin û derdikevin. Têkoşîna li girtîgehê sekna jina kurd e! Li girtîgehê em jin îradeyê ava dikin. Girtîgeh tenê azadiya me ya fîzîkî asteng dike. Lê belê nikara fikir û birdoziya me hepis bike. Me jinan girtîgeh veguhert îradeyê. Ev tê wateya ku jin xwe xweliya xwe çêdibin. L

Zeytin Satici herî dawî got; Girtîgehê tu carî baweriya me têk nebir. Wajî vê baweriya me hîn zêde kir. Wê têkoşîna me mayinde be. Têkoşîn bi hezkirin, bawerî û îradeyê mezin dibe. Felsefeyeke me ya jiyanê heye. Dema em bi vê felsefeyê tevbigerin em ê jiyan û baweriyê bi serhildanê mezin dikin. Têkoşîna li girtîgehê sekna jina kurd e!