Piştî ku Şakîr Tûran jiyana xwe ji dest da, nûnerên rêxistinên hiqûqê yên Amedê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin girtiyên nexweş demildest verin berdan.
Endamê Rêveberiya Baroya Amedê Yakup Demîr diyar kir ku astengkirina berdana girtiyên nexweş siyasî ye û got; Tevî raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) jî, bi behaneyên pûç û vala girtiyên nexweş nayên berdan. Prosedura ji bo berdana girtiyên nexweş bikartînin û wan bernadin. Ev jî dibe sedema rêjeya mirina girtiyan zêde bibe. Berpirsyariya sereke dikeve ser milê saziyên sivîl û civakê, Ji bo ku di qanunand e guhertin çêbibe, sazî û civak ligel hev têkoşînek ciddî bikin.
Endamê Komîsyona Girtîgehan ya OHD, parêzer Firat Taşkin jî diyar kir ku atmosfera li girtîgehan ji atmosfera siyasî qut nîne û got; Rewşa li girtîgehan, yek ji pirsgirêka herî mezin e. Mafê tenduristiyê asteng dikin. Ev tunekirina mafê jiyanê ye. Mafê jiyanê mafekî teqez e û derwlet, mafê jiyana girtiyên siyasî bin pê dike.
Prz. Taşkin mirina girtiyê nexweş Şakir Tûran bi bîr xist û got: Turan di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Ev kuştina bid estê detshilatdarî û dewletê ye. Divê dmeildest qanuna cezayê înfazê werê guhertin. Ez bang li Wezareta Dadê dikim ku demildets bikevê nava hewldanan-
Endamê Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD’a Amedê parêzer Yûsûf Erdogan jî got; Saziya Tipa Edlî, Komisyona Înfazê û reêvebrên giretîgehan siyasî haraket dikin. Mercên tenduristiya girtiyan hatiye xwesp kirin Ev sucekî mezin e. Divê nêzîkatiyên siyasî û nêzîkatiyên din ji holê werin rakirin. Jiyana mirovan ne lîstik e û divê demildest qanun werin guhertin. Heta qnaun werin guhertin jî, divê girtiyên nexweş bê merc werin berdan.