Nasnameya 3 gerîlayan hate eşkerekirin.
HPG’ê 3 Gerîlayên li Botanê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anîn û got; Em soze li hemebrî şehîdên xwe dubare dikin ku em ê sekna xwe li dijî xayin û dagirkeran ji her demê bêhtir xurt û encamgir bikin.
Navenda Ragihandina HPG’ê jî, têkildarî 3 Gerîlayên şehîd daxuyaniyek da û got; 26’ê Tîrmeha 2023’an, li qada Bilbêsê ya navçeya Elkê, du kesên bi navê Baran û Dilpak yên li nava refên me xiyanet kirin û teslîmî dijmin bûn.
Dijmin li gorî agahiyên ku wan xayinan dan, dest bi operasyonê kir û 27’ê Tîrmehê li qada Betkar ya navçeya Elkê cihê komek ji hevriyên me hate bombekirin. Tevî ku agahiyên şênber di destê dijmin de hebûn jî, newêrabû bi ser hevriyên me de biçe. Piştî ku bi saetan qad bombe kir. Di encama bombardûmanê de hevriyên me Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan şehîd bûn.
HPG ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:
Hacî Alî Yîûît, bi nasnav, Yûsûf Pîrosî, li Şirnexê ji dyaik bûye, Dayik-Bav: Asiye-Mûstafa, di 27’ê Tîrmeha 2023an de li Botanê şehîd bû.
Lewvend Andiç, bi nasnav, Têkoşer Pêncewîn, li Mêrîdnê ji dyaik bûye Dayik-Bav: Ayşe-Davût, di 27’ê Tîrmeha 2023an de li Botanê şehîd bû.
Îsaq Temel, bi nasnav, Zerdeşt Îsyan, li Edenê ji dyaik bûye, Dayik-Bav: Behîce-Mehmet, di 27’ê Tîrmeha 2023an de li Botanê şehîd bû.