Demek beriya niha li daristanên navçeya Qeladizê termê sê kesan hate dîtin ku bi guleyan hatine kuştin.

Lê heta niha sedem û kujer an jî kujerên bûyerê nediyare.

Çavkaniyek ji polîsê navçeyê têkildarî bûyerê ji Rojnews’ê bûyer piştrast kir û wiha got;

“Cenazeyê sê kesên ku xelkê navçeya Qeladizê ne, di encama gulebaranê de hatine kuştin, hatin dîtin.

Lê heta niha sedema bûyerê, kujer an jî kujerên van her sê kesan nayê zanîn. Derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin.”