Girtiyênsiyasî Ramîn Hosseîn Panahî bi girtiyên din yên Kurd Zanîar Moradî û Logmhman Moradî li girtîgeha Rajaî Shahr di 8’ê îlona 2018’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin.
Dayika Ramîn Hosseîn, Sharîfa Panahî 5 sale li gora kurê xwe digere. Rejîma Îranê cenazeyê her sê girtiyan neda malbatê û li goristana bêkesan defin kirin. Cihê gorên her sê girtiyên siyasî jî nayê zanîn.
Sharîfa Panahî ku bi wesîleya salvegera kurê xwe çû goristana Qorveh, bi lorikan lêgerîna xwe ya gora kurê xwe wiha bilêv kir:
“Min tû nedîtî Ramîn;Bavê de jî ji heman lêgerînê ji nav me koç kir. Ez li hemû goristanên bêkesan geriyam lê min ya te nedît.”