Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê 27’ê Tebaxê, li herêma Dêrazorê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin.

Operasyon li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ û çeteyên narkotîkê hat meşandin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî operasyonê daxuyanî da û diyar kir ku operasyon bi awayekî serkeftî bidawî bûye.

QSD destpêkê derbarê sedema operasyonê de agahî da û got;

“Di serî de rejîma Sûriyê û rejîma Tirkiyê, gelek hêzan hewl dan fitneyê biafirînin.

Lê bi saya peywendiya domdar a di navbera QSDê û şêniyên herêmê de, rê li ber hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê hat girtin û operasyon bi ser ket.”

Daxuyanî wiha didome;

“Armanca sereke ya operasyonê şaneyên DAIŞ’ê bû, ku sala borî zêdetirî 60 êriş li dijî hêzên me pêk anîn.

Armanca din a operasyonê jî serdegirtina bazirganên narkotîkê û yên sûcdar bûn ku ji aliyê saziya edaletê ya Dêrazorê ve dihatin xwestin.

Du rojên pêşîn, operasyon li gorî hatibû plankirî bi rêve çû.

Hêzên leşkerî hejmarek endamên şaneya rêxistina DAIŞ û bazirganên narkotîkî girtin.

Her wiha zêdetirî 90 gundên li rojava û bakurê Dêrazorê paqij kirin.

Lê dema ku endamên girêdayî rejîma Sûriyeyê tevlihevî derxistin, ev operasyon veguherî pevçûnan ku ji rojavayê çemê Firatê ve derbas bûbûn.

Hewldan fitneyê di navbera şêniyên herêmê û Hêzên Sûriya Demokratîk de derxin, lê hewldanên wan têk çûn.

125 gundên herêma Dêrazorê di bin kontrola Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî QSD’ê de ne.

Lê pirsgirêk û alozî li 5 gundan tenê rû dan, ku endamên rejîmê û kesên sûcdar derbasî wan bûbûn.

Di operasyonê de 29 çekdar û çete hatin kuştin, 25 şervanên me û 9 sivîl di êrişên çeteyan de şehîd bûn.

Her wiha 4 endamên Dîfa Wetenî yên girêdayî rejîma Sûriyê û 2 endamên rêxistina DAIŞ’ê, 15 çekdarên din hatin girtin.

Hêzên me dest danî li ser miqdareke mezin a çek û teqemenî.”

Bi berdewamî QSD, hemwext êrişên dagireriya dewleta Tirk ên li ser herêma Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî, Tel Temir û Zirganê bibîr xist û got;

“Hêzên me bersiva êrişan dan, pûç kirin û ziyanên mezin gihandin çeteyan.

Rejîma Sûriye û Tirkiyê hewl dan fiteniyekê li gelemperiya Sûriyeyê û herêma Dêrazorê biafirînin, lê ev hewldan li wan vegeriya.

Bi saya sekna hêzên me û hişyariya gelê me, hêvî û armancên her du rejîman jî têk çûn. ”

QSD di dawiya daxuyaniya xwe de, bi taybetî ji bo piştgiriya wan s