Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê “Pedersen hewl dide Komîteya Destûrî vejîne′ weşand.
Di nivîsê de hat diyarkirin ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen hewl dide rojekê ji bo lidarxistina gera nû diyar bike, ku nûnerên Şamê, (opozîsyon) û (civaka sivîl) beşdar bin.
Li gorî nivîsê, ′′Pedersen dixwaze dîroka lidarxistina gera komîteyê berî dawiya salê ango li gorî beşdarên komîteya peywendiyên erebî be. Beşdarên komîteya peywendiyên erebî li hev kiribûn ku civîna ′Komîteya Destûrî′ li Umanê be û bi hevahengiya ligel Neteweyên Yekbûyî pêk were.′′
Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser civîna serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku girêka peywendiyê ya di navbera her du aliyan de vekir, lê nîqaşên li ser mijarên çalak ên ku Erdogan dixwaze zû werin çareserkirin, hatin taloqkirin.
Rojnameyê îşaret pê dike ku fikarên Sîsî û tirsa wî ji sûprîzeke Tirkiyeyê pêvajoya normalîzekirina di navbera her du welatan de asteng dikin.
Rojnameya El Quds El Erebî jî li ser têkiliyên Amerîka û Îsraîlê nivîsî. Li gorî nivîsê , nivîsgeha wî ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ji dema ku jinûve hatiye hilbijartin ve wê cara yekemîn di vê mehê de biçe Amerîkayê û çaverê ye bi berpirsên amerîkî re bicive.
Rojnameyê ev mijar spart aloziya Îsraîlê ya bi DYA′yê re û got, ′′Biden bang li rayedarên Îsraîlê kir ku di pêkanîna reformên dadweriyê de lez nekin, lewre dibe ku ev bibe sedema parçebûnekê, nemaze ku astengiyên din li pêşberî DYA′yê ne.”