Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamya (MED-DER) têkildarî serdema nû ya perwerdehiya 2023-2024’an li navçeya Amed Rezan, li ber Peykerê Mafên Mirovan ya Parka Koşûyolû daxuyaniyek da.

Rêveber û nûnerên DBP, ÎHDa Amedê, OHD, MEBYA-DER, TUAY-DER, TMMOB, Odeya Endezyarên Zîraatê (ZMO), Egîtîm-Sen û gelek saziyên sivîl tevli daxuyaniyê bûn.

Li ser navê Platformê Samed Ûcaman axivî û got; Em weke Platform dibêjin ku pêşiya çanda Kurdan vekin. Em bang li hemû aliyan dikin ku piştevaniya gelan bikin û girîngiyê bidin çand û zimanê Kurdî.

Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun jî axivî û got: Divê, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî.

Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç jî axivî û got;Komara Tirkiyê, bi milyonan zarokên Kurdan ji perwerdeya bi zimanê zikmakî bê par dihêle. Li wan perwerdeya bi zimanê Tirkî ferz dike. Ev asimilekirinê. Di têkoşîna gelê Kurd de, azadiya çand û zimanê Kurdîç sedema sereke û bingehîn e.

Dilan Guvenç jî, peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî ku mafên perwerdeya bi zimanê dayike qebûl kirine rêz kirin û got; li 194 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî, 113 zimanên dayikê fermî hene û perwerdeya bi zimanên cûda yên zikmakî tê dayin. Perwerdeya bi zimanê zikmakî, pirçandî, huner û felsefê pêşdixe. Divê Tirkiyê jî, weke cîhana pêşketî bi zimanê cûda perwerdehiyê fermî bike .

Gelê Kurd di daxwaza xwe ya ‘Ji Pêşdibistanê Heta Zanîngehê Perwerdeya bi Zimanê Dayîkê’ de bi israr e. Lîstikên wekî TRT 6, Dersên Hilbijartî û li Zanîngehan vekirina beşên Kurdî polîtîkayên dewletê yên ku bi gelê Kurd demê didin wendakirin û ji çareseriyê dûr in. Bi milyonan zarokên Kurd dixwazin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe bixwînin. Ev maf wek hemû zarokên cîhanê mafê zarokên Kurdan e jî.