Kolektîfa Jin Jiyan Azadî bi daxuyaniyekê ragihand ku ewê ji bo salvegera şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ kampanya haştagê bidin destpêkirin.

Kolektîfê got:

“Kolektîfa Jin Jiyan Azadî bersiveke ji bo zilm û dagirkeriya komara îslamî ya Îranê ku ji despêkê ve li ser bingehê hişmendiya baviksalarî û li dijî jinê hatiye avakirin û hewl dide hemu xebat û tekoşîna azadiyê ji holê rake.

Jin Jiyan Azadî, dirûşmeke “efsûnî” ya ku herî zêde rastiya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje.

Kollektîfê got:

Pêwîste her kes bizane û piştrast be rejîma Îran nikare dengê azadî, netewî û pêkhateyan têk bibe.

Bi terorkirina Jîna Amînî di 16’ê Îlona 2022’yan de ev tekoşîn gihişte asta şoreşeke cîhanî û hemu sînorên desthilatdaran der bas kir.

Bû hêviyek mezin ji bo hemu azadîxwazan.

Kollektîfa Jin Jiyan Azadî anî ziman, li ser vê bingehê ew yekemîn çalekiya xwe di salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî de bi haştagekê dide destpêkirin.

Kollektîfê bang li hemu mirovên azadîxwaz kir ku beşdarî vê pêngavê bibin, piştgiriya şoreşa Jin Jiyan Azadî bikin.

Kampanyaya Haştaga bi navê Jin Jiyan Azadî 15’ê îlonê roja înê 2023 bi dema Kirmaşan saet li 20:30’an, bi saeta Amedê saet li 20’an , bi saeta Ewropa jî saet li 19’an dest pê dike.