Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya got,: Di vê qonaxa têkoşîna bi rûmet ya azadiyê de ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê meşandin de, rayedarên PDK’ê, ji berdêla ku li dijî êrîşên qirkirina çandî û fîzîkî radiwestin, dibe hevkarê êrîşan.
Kaya, helwesta PDK’ê şermezar û hişyar kir û got; Herî dawî, duh şev wesayîtên leşkerî yên zirxî, bi giştî 200 wesayîtên ku çekên giran li ser wan bûn, ji ser Deşta Heyatê û Deşta Herîrê hêzên leşkerî birine Sîdekanê ya qada Bradostê.
Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê ev hêzên dagirker ji qadên Gerîla werin derxistin. Em dixwazin ku PDK, ji vê helwesta ku xizmeta çeteyên AKP û MHP’ê dike vegere.
Ji ber ku AKP û MHP’ya faşîst li dijî Rêbertiya me, tevger, gelê me û têkoşîna azadiyê sunda îmhakirinê xwariye.
Divê gelê me yê Başûr û hemû gelê me bizanibe ku PDKe, piştî serdana Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk a faşîst Hakan Fîdan, kete nava tevgerê de.
Em bang gelê me yê Başûr û tevahiya gelê xwe dikin ku bi ruhê Şêladizê helwestê nîşanî PDK, çeteyên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û qadên wan ên baregehan bidin.