Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), li ser çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina hemû sînorên exlaqî û hiqûqî ye işaret bi fikarên li ser tenduristî û jiyana Ocalan hate kirin.

‘TECRÎDÊ RÊ LI BER DAGIRKERÎ Û HOVÎTIYÊ VEKIR’

KCDK-E li ber bêdengî û xemsariya dewletên Ewropayê rabû û got, “Tecrîdkirina Birêz Ocalan û zêdebûna komkujî û êrîşên li ser gelê Kurd bi hev ve girêdayî ne. Bi tecrîdê re li gelek bajarên Kurdistanê êrîşên tinekirinê rû dan, bi çekên giran dîrok û xwezaya welatê me hate xerakirin, ciwanên me li jêrzemînan hatin şewitandin, bedenên bê ruh ê dayikên me bi rojan li naverastê hatin hiştin, jin hatin kuştin û bedenên wan hatin tazîkirin, bedenên bê ruh ên zarokên me bi rojan li sarincan hatin hiştin. Ev hovîtî, şer û siyaseta şîdetê bi tecrîdê ketin meriyetê. Li Efrînê siyaseta xalîkirina etnîkî hate meşandin, rewşa çandî û dîrokî ya bajarekî hate hilweşandin û Tirkbûyîn li ser hate ferzkirin. Bi tecrîdê re dewleta Tirk li her derê li dijî gelê me siyaseteke dijminane, êrîşkar û tinekirinê dimeşîne.”

NERAZÎBÛNA LI CPT Û DMME’YÊ

KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û diyar kir, dewleta Tirk hêzê ji bêdengiya van saziyan digire.

‘JI BILÎ AZADIYÊ TIŞTEK NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Di dewama daxuyaniya KCDK-E’yê de hate gotin, “Daxwaza me ya bingehîn azadiya Rêber Ocalan e. Ji bilî vê yekê, tiştekî din nikare vê neheqiyê, vê bêhiqûqiyê ji holê rake. Divê sîstema Îmraliyê ji hev bê xistin û Ocalan azad bibe. Azadiya Ocalan wê bibe sedem ku şîdet û zilma giran a li gelê Kurd tê kirin biqede; hingî wê çareseriyeke aştiyane, demokratîk û azadîparêz li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk were.”

BANGA JI BO ÇALAKIYAN

KCDK-E’yê bal kişand ser çalakiyên 6-18’ê Mijdarê yên ji bo azadiya Ocalan û ev bang kir: “Em bang li hemû kesayet û saziyên demokratîk ên Ewropayê dikin ku destekê bidin çalakiyên me yên 6-18’ê Cotmehê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin lidarxistin. Em bang li wan dikin ku bi rengekî çalak tevlî bibin. Em ji gel û dostên xwe jî dixwazin ku têkoşînê geş bikin û heta ku Rêber Ocalan azad bibe çalakiyên xwe bê navber bidomînin.

Ji 6 heta 18’ê Mijdarê wê li ber avahiyên Konseya Ewropayê, CPT, DMME’yê (Avenue de I`Europe 67000 Strasbourg) bi rengekî bêdawî û bê navber çalakî pêk werin. Divê her kes bi ruhê seferberiyê bixebite û ji bo tevlîbûna gelê Kurdistanê û dostên wan karekî xurt bê kirin. Çalakî wê her sibehê saet navbera 10:00 û 17:00 de pêk were.”