Tevgera Jinên Azad-TJA li Rihayê di 15’ê Îlonê starta kampanyaya bi şîara “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve ragihand.

Kampanya wê 20’ê Îlonê li navçeya Şirnex Silopiya û di 23’ê Îlonê de jî li Stenbolê jî dest pê bike.

Kampanya wê heta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bidome.

Di pêvajoya kampanyayê de wê bi çalakiyan balê bikişînin ser tecrîda mutlaq a li ser Rêber Abdullah Ocalan;

Polîtîkayên şerê taybet, qirkirina jinan, qetlîamên xwezayê û zextên li ser zimanê dayikê.

Di çarçoveya kampanyayê de endamên TJA’yê wê mal bi mal bigerin û bi jinan re hevdîtinê pêk bînin.

Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglu li ser kampanyayê axivî got:

“Berdewamiya tecrîdê di rastiyê de tê wê wateyê ku li vî welatî her roj polîtîkayên şer û polîtîkayên dijmin tên jiyîn.

Di vî warî de heta ku tecrîd neyê rakirin ne demokrasî, ne mafên jinan û ne jî têkoşîna hawirdorê bi ser nakevin.

Di vî warî de yekemîn mijara sereke ya jinan şikandina tecrîdê ye.”

Li hemû cihên ku em niha lê birêxistinkirî ne, dê çalakî, hevgirtin û rêxistinbûn bibe çarçoveya sereke ya vê kampanyayê.”