Beriya destpêkirina Civata Giştî ya Neteweyên Yebkûyî, roja Yekşemê bi deh hezaran kes daketin kolanên New Yorkê û di mijara guhertina avhewayê de banga çalakiyên hîn xurtir kirin.

Di çalakiyê de nêzî 700 rêxistin û komên aktîvîst beşdar bûn.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wê bi rengekî fermî roja Sêşemê destpê bike.

Serokê DYE’yê Joe Bîden jî di lîsteya rêveber de cih digire.

Dîrrektora Koma aktîvîst Center for Popular Democracy Analilia Mejia got, “Em li vê derê ne ji bo ji rêveberiyê bixwazin ku rewşa lezgîn a avhewayê ragihîne.”