“Dibe ku sibe rabin şaredaran tasfiye bikin, wekîliya parlamenteran betal bikin û hîn bi dijwarî bi ser min ve bên. Dijberê xwe nas bikin, bê rehm e.” Ocalan beriya niha bi dehan salan ev yek got. Û ev pêşdîtinên Ocalan niha bi her awayî li pêş çavên me ne û bi serê me ve hatine. Qeyûm xistin şûna şaredaran û ew girtin. Wekîliya parlamenteran hate betalkirin û ew girtin. Bi salan e agahî ji Ocalan nayê girtin. Bi tecrîdeke li derveyî mirovahiyê hewl didin îradeya gel bişikînin.

Ji bo hilbijartinên xwecihî, ji bo bicihhatina demokrasî û hemû pîvanên demokratîk, Ocalan bi rastiya “Şaredariya demokratîk” bawer dike û pê piştrast e ku divê şaredarî li ser vê esasê were birêvebirin. Krîterên Ocalan ên ji bo namzetan jî gelekî zelal e. Dibêje, “Her kesê ku ji xwe bawer e, soza xwe bi cih tîne û piştgiriyê ji gel digire” divê were destekkirin. Bi dewamî diyar dike ku yên bi pereyê xwe, bi hawirdora xwe piştrast in, nikarin bi ser bikevin.

Ocalan pê bawer e ku serketina li şaredariyan wê rê li ber pêşketinên din jî veke û di beşa duyemîn a vê nivîsê de em cih didin hişyarî û pêşniyarên Ocalan.

Li gorî Ocalan, temsîliyet girîng e û pêwîstî bi krîterên tecrûbe, pisporî, kapasîte, dilsozî û fedakariyê heye. Dibêje ku li gel vê yekê divê metirisiya vî karî jî were dîtin. Mebest ji metirsiyê jî şerê taybet e. Ji ber ku dewlet wê êrîş bibe ser, li gorî xwe wê hewl bide nava wê vala bike û gelek tiştan li gorî xwe ‘bikire’… Bi israr destnîşan dike ku divê ders ji tecrûbeyên siyasî yên berê bê derxistin û dibêje, “Bûyerên bi vî rengî berê jî qewimîn. Dibe ku bikevin nava rantê, girîng e hay ji vê yekê hebin. Divê nekevin nava tiştên din, naxwe wê rezîl bibin. Ev tiştên gelekî qirêj in.”

“Siyaset karekî cidî ye; eger siyasetê were kirin divê rast bê kirin. Sibê dikarin rabin û we ji parlamentê biavêjin. Dikarin ji şaredariyan biavêjin. Nizanim bê çiqasî guh bidin van hişyariyên min, lê ez dîsa jî dibêjim. Dibe ku serokên şaredariyan tasfiye bikin. Dijberên we bê rehm in, dibe ku êrîşî jiyana canê we jî bikin. Vê yekê dikarin li vir jî bikin.” Ev gotinên Ocalan e û beriya niha bi dehan salan gotiye. Ev pêşdîtinên wî niha bi her awayî li pêş me ne û bi serê me ve hatine.

Wiha dewam dike: “Yên ku siyasetê dikin pêwîste vê bibînin, naxwe ya ku dike wê ne siyaset be. Bi gilî û gazinan siyaset nayê kirin. Siyaset karekî cidî ye, eger hûnê bikin wê çaxê bi rengekî cidî bikin. Bi gilî û gazinan, bi girî siyaset nayê kirin. Eger ev siyaseta we ya bêcidiyet bidome, ez ê ji hezkiriyên xwe re, ji alîgirên xwe re bêjim ku êdî destekê nadim we.”

Ocalan diyar dike ku di nava siyaseta Kurd de jî hîn nêzîkatiyên çewt ên bi pey kursiyeke li nava dewletê ketiye, heye û destnîşan dike ku partiyên siyasî hîn xwe ji vê nêzîkatiyê rizgar nekirine, lewma şaredarî timî dibin mijara nîqaşê. Di vî warî de Ocalan dibêje, “Ez vê ferasetê red dikim. Ez li ber partîbûneke ku li ser bingeha neteweperestiyê kar dike, radibim. Erê ji reforma dewletê re, na ji dijberiya dewletê re. Di feraseta min de cihê partiyeke ku rantxurê dewletê ye, propagandakarê dewletê ye, nîne. Hedef, civak e. Demokratîkkirina civakê ye. Divê daxwazên demokratîk ên civakê li ser dewletê werin ferzkirin. Wê vê çawa bike? Bi meclîsên welatiyên azad bikin. Ji bo vê jî qala çar rêxistinbûnan dikim: Meclîsên gund, bajarok, tax û bajaran.”

Ocalan dibêje, dema ku rêveberiyên xwecihî bûn hîmekî rant û desthilatdariyê, ya jî bi wî rengî hatin dîtin wê hingî ‘serberjêr bibin’, berpirsyarê sereke yê vê rewşê jî ‘serokên şaredariyan’ dibîne. Ji ber ku hêviya afirandina jiyana civakî û azadiya siyasî ji cih û saziyên bi têkoşîna siyasî hatine qezençkirin, tê kirin. 

Ocalan bal kişand ser nêrînên gel ku berê jê re qalê dikir û li ser mijarê wiha dewam dike: “Li cihê ku lê mam, ez gelekî bi mirovan, bi gel re axivîm. Gel ev yek ji min re vegot. Gotin, em bi salan li dijî feodalan, li dijî axayan, li dijî sîstemê têkoşiyan, me têkoşîna siyasî û demokratîk dan. Piştî dayina vê têkoşîna siaysî û demokratîk em li bendê bûn ku gel azad bibe. Lê belê, li pêşberî têkoşîna me ya li dijî axa, feodal û sîstemê, me dît ku hin partî, saziyên demokratîk û şaredar li şûna demokrasiyê li ser serê me bûne qral.”

Ocalan destnîşan dike ku dewlet hin malbatên Kurd ên li herêmê bi kar tîne ku hejmara wan bi qasî 500 ye û dibêje, “Di berdêla înkarkirina nasnameya Kurd de berê axatî, şêxtî, begtî û şefîtiya terîqatan dida wan, lê niha di ser AKP’ê re di berdêla redkirina nasnameya xwe pereyan dide wan, holdîgan, şîrketan vedike û îhaleyan pêşkêş dike. Dibêjin; dest ji Kurdîtiya xwe berdin em jî maeşan bidin we, dest ji Kurdîtiya xwe berdin em ê jî ji we re holdîgan vekin, dest ji Kurdîtiya xwe biqerin, em ê jî pereyan bidin we. Hin hêz û derdor jî piştgiriyê didin van. Ez ji vê derê hişyariyê didim gelê xwe; bila hay ji van hebin.Ev ne ajanên dewletê ne, ev ajanên sermayeya global in. Ev ajanên navneteweyî ne. Divê silavek jî li van neyê kirin. Dîn û îmanê van dolar e. Gelek pere dane van. Bêrîk û dilê xwe bi dolaran germ dikin. Ti nirxek nîne ku ji bo pere, ji bo serokatiya şaredariyê, ji bo meqamê nefiroşin.”

Ocalan diyar dike ku divê nêrînên gel esas bên girtin û tîne ziman ku kesên tên hilbijartin girîng e namzetên demokrat bin. Ocalan dibêje, “Divê mirov ne tenê weke serketin û binketinê nêzî hilbijartinan bibin. Pêwîste li ser bingeha pîvanên demokratîk bi rengekî sazûmanî nêzîk bibin” û wiha didomîne: “Mijareke din ku divê mirov li ser baldar bin, tevlîbûna jinan e.” Ocalan tevî vê yekê işaretê bi tifaqa civakî û pêkhateyên raya giştî ya demokratîk dike: “Hemû hêzên çep, bindest, hawirdorparêz, femînîst, çandên xwecihî, Misilmanên ji dil dikarin li hev bicivin. Rojekê, du rojan, sê rojan, pêwîstî bi çiqasî hebe dikarin nîqaş bikin. Wekî din Elewî dikarin konfederatîfên xwe yên demokratîk, yekîtiyên xwe ava bikin. Asûrî, Suryanî, Ermenî, Yewndanên ku ji Anatoliyê koç kirine, bila rêxistinên xwe yên konfederatîf ên demokratîk ava bikin û dikarin li dora tevgera giştî ya demokrasiyê li hev bicivin.”

Ocalan dibêje, yên di şaredariyan de serketî ne dikarin careke din werin hilbijartin, yên neserketî ne dikarin ji wezîfeyê bên girtin û mafê gel e ku eger pêwîstiyê pê bibîne dikare wan ji wezîfeyê bigire. Ocalan dibêje, ew pê bawer e ku karekî baş û ked rê li ber serketinê vedike û divê ewb ibin civakeke demokratîk. Ocalan diyar dike, namzetên nehatine hilbijartin divê xwe nexeyidînin, neşikên, xwe venegirin û dibêje, tişta ku divê bi esasî li ser rawestin, pirsa ‘divê xizmet çawa bê kirin?’ be.

Ocalan wiha dewam dike: “Di karê şaredariyê de her tişt nayê wateya pereyan. Divê gel tevlî pêvajoya biryardayinê bê kirin. Gel tevlî biryar û karê şaredariyê were kirin û projeyan amade bikin.” Ocalan destnîşan dike, wezîfeya bingehîn a dikeve ser milê şaredariyan jî ew e ku ji aliyê siyasî-îdeolojîk ve xwe bi rê ve bibe.

Ocalan herî dawî jî diyar dike ku li şûna şaredariya dûvikê dewletê, ew berê xwe didin şaredariya xwe dispêre civakê, li pey rêveberiya xwecihî ye û dibêje, “Eger ev kar bi civakê re were kirin, wê dewlet jî hurmetê nîşan bide. Bi gotina ‘dewlet pere nedaye, nade’ bi bendewariya pere ya ji dewletê tiştek nayê kirin. Divê dest ji vê ferasetê bê berdan. Dewleta model a li Başûr ava bûye dewleteke neteweyî ye, pêşnûmeyeke netewe-dewletê ye. Bi ser nakeve, wê dejenere bibe, birize. Lê belê modela me ji ber ku xwe dispêre civakê wê her tim bi pêş ve biçe.”

MUCAHÎD AKDOGAN