Amedspor vê hefteyê bi AksaraySpor 68 re hate pêşberî hev.

Maç li stadyûma Dagilgan a bajarê Tirkiyê Aksarayê hate lîstin.

Berî destpêka maçê dema lîstikvanên Amedsporê derketin sehayê, ji hoparlorên Stadyûmê dengê Stranên Tirkperestiyê bilind bûn.

Dewreya yekem a maçê beramberî bi dawî bû.

Lê listikvanên AmedSporê di dewreya duyem de serkeftî lîstin.

Di deqîqeya 62’yan de jî Gokan Aslan gol avêt û tîma xwe Amedspor 1-0 derxist pêş.

Di deqeya 77 an de AksaraySpor 68 penalti bidest xist.

Û bi gola Yasîn Abîdoglû skor bû 1-1.

Lê AmedSporê jî di deqeyên dawî de penalti bidest xist.

Vê carê jî listikvanê Amedsporê Gokan Aslan li ber topê bû.

Gokan Aslan penalti veguherand golê û Amedspor 2-1 bi ser ketin.

Bi vê serketinê jî Amed Spor ji stadyûmê serkeftî derket û puanê xwe derxist 10’an.