Wezîrê Karên Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn li ser hesabê xwe yê twîtterê li ser şehîdxistina 3 şervanên YPJ’ê nivîsî.

Wezîr Jean Asselborn li ser hesabê xwe yê X`ê got: Ji ber şehîdxistina 3 şervanên YPJ`ê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ya li Minbicê de xemgîn im.

YPJ′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li bajarê Minbicê de endama
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê roja 16’ê îlonê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a 15’ê îlonê ya li Minbicê de 3 hevreyên wan ên bi navê Şervan Serdar-(endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê û Fermandara Meclisa Leşkerî ya Minbicê) û Nûcan Ocalan û Canda Cûdî şehîd bûne.