Partiyên Kurdistanî encamnameya konferansa bi navê “Di sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” eşkere kir û ev bang kirin:

“Werin li cihê siyaseta şer û înkarê, em ji bo çareseriya meseleya kurd a aştiyane û demokratîk destpêkek nû bikin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û Partiya Çepên Kesk li Cemiyeta Rojnamegerên Bakurrojhilatê ya navçeya Yenîşehîra Amedê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Metna encamnameyê ya bi kurdî Berdevkê KKP’ê Nûsrettîn Maçîn, xwend..

Hat gotin;
“Peymana Lozanê qediyaye û karê lezgîn ew e ku makezagonek nû ku hebûna gelê kurd nas bike, bê çêkirin.

Divê neheqiya dîrokî ya sedsalî li ser gelê kurd bi dawî bibe.

Makezagonek nû tê wateya peymanek civatî mumkun e.

Divê bi tevayî mafên gelê kurd ên netewî demokratîk bên garantîkirin.