Berdevkê fermandariya giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul derbarê êrişa li ser balafirxaneya Silêmanî daxuyanî da.

Yehya Resûl got:

Duh di saet 17:00’an de balafirek bê mirov, ji Tirkiyê hatiye nav xaka Iraqê û balafirxaneya çandinî ya Erbet a li Silêmaniyê bombekiriye.

Ji ber vê jî 3 endamên Dije Terorê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûne.

Ev destdirêjî binpêkirina serwerî, asayîş û yekparçebûna xaka Iraqêye. Li dijî aramî ewlekariya li herêm û cîhanê ye. Her wiha binpêkirina yasaya navnetewî, pîvan û destûra bingehîn ya Neteweyên Yekbûyî ye.

Yehya Resul êrişa li ser balafirgeha Arbet a Silêmanî wekî gefa li ser welatiyên Iraqê bi navkir û got:

Mafê Iraqê ye ku dawî li van binpêkirinan bîne.