Hat eşkere kirin ku cenazeyên 4 Gerillayên HPG’ê yên di encama bombebarana li Licê, gundê Daraqolê de şehîd bûne, rakirin Saziya Tiba Edlî ATKa Amedê.
Artêşa Tirk a dagirker, pêr li navçeya Amed Licê, gundê Daraqolê bombebaran kir û hate gotin ku di bombebaranê de 4 Gerillayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan jî rakirin Saziya Tipa Edlî -ATKa Amedê.
Malbatên şehîdan jî wê ji bo teşhîsê biçin ATKa Amedê û mînakên xwînê bidin