Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik êrîşa li dijî balafirgeha Erbetê ya Silêmanî bi tundî şermezar kir û ji xelkê Başûrê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî êrişa li dijî balafirgeha Erbetê ya Silêmanî ji malpera Şarpress a Başûr re axivî.
Cemîl Bayik destnîşan dike, ku êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê piştî hevdîtinên Hakan Fîdan ên bi rayedarên PDK’ê re zêde bûne û wiha dibêje;
Hêza ku li Silêmanî bû hedefa êrişa dewleta Tirk, di şerê li dijî DAIŞ’ê de xwedî roleke mezin bû.
3 lehengên gelê me di vê êrişê de şehîd bûn.
Bi awayekî hemwext êrişek jî li dijî nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê pêk hat û heval Denîz Bulbun şehîd bû.
Li Rojava û Şengalê jî êrişên bi heman awayî pêk hatin û şehadet çêbûn.
Di kesayetiya van şehîdên dawî de ez bejna xwe li ber şehîdên azadiyê yên gelê me ditewînim.
Li ser navê KCK’ê ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim.
Em soz didin ku têkoşîna şehîdan bi ser bixin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hebûna xeta xiyanetê ya di nav êrişan de jî wiha dibêje;
Mixabin destê xiyanetê di van êrişan de heye.
Ev êriş ne nîşaneya bihêzbûna dijmin e. Berevajî encama xiyanetê ne.
Saziya îstîxbaratê ya dewleta Tirk-MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê xwe bi rêxistin kiriye.
Ev karê sîxurî bi taybetî li Hewlêrê bi awayekî zelal tê dîtin.
Heke hevkariya PDK’ê nebûya, wê MÎT’ê nekarîbûya li Başûrê Kurdistanê ewçendî xwe bi rêxistinkira.
Têkiliya Barzaniyan bi dewleta Tirk re xiyaneteke li ber çavan e.
Ji ber vê yekê ev şehadetên dawî çêbûn.
Ew kesên li Silêmanî suîkastan li dijî qadroyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dikin, welatparêzan şehîd dixin bi hêsanî xwe davêjin Hewlêrê.
Cemîl Bayik êrişa li ser balafirgeha Erbetê ya Silêmanî, weke hewldaneke çavtirsandina xelkê Soran û bi giştî jî herêma Silêmanî dinirxîne û wiha dibêje;
Çawa herêma Behdînanê veguherandine hêlîna MÎT’ê, dixwazin herêma Soran û Silêmanî jî weke Behdînanê bikin.
Bi van êrişan dixwazin YNK’ê jî neçar bikin, weke PDK’ê hevkariyê bi dewlweta Tirk re bike.
Lê xelkê herêma Soran hê jî dest ji helwesta welatparêziyê bernedaye.
Ji ber vê yekê êrişên nû li ser wan pêk tên.
Em van êrişan bi tundî şermezar dikin.
Em xwedî bawerî ne, ku wê xelkê herêma Soran û Silêmanî ti carî dest ji welatparêziya xwe bernede.
Divê xelkê me helwesta xwe bi zelalî nîşan bide, her kes li ber xiyanetê rabe.
Tîm û yekîneyên me yên pêwendîdar, li ser van karên MÎT’ê lêkolînê dikin.
Divê gelê me bizane, kî bi dezgehên îstîxbaratê yên dijmin re bixebite wê bi awayê herî tund bê cezakirin.