Rojnamevan Agir Tufan li ser berxwedana gerîlayên azadiya kurdistanê nivîsiye û dibêje; “Gerîla bi çalakiyên xwe dijmin gêj dike
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li dijî êrîşên artêşa Tirk bênavber têkoşînê dikin û li hemberî teknîka herî pêşketî ya artêşa Tirk, serketinên dîrokî bidest dixe.
Li Zap, Metîna û Xakurkê Gerîla her roj çalakiyan dikin. Gotin di cih de be, dewleta Tirk gêj bûye.
Balafirên keşfê yên dagirkeran, 24 saetan li ser qadên Gerîla digerin, dîse jî nikarin pêşiya çalakiyên Gerîla bigirin.
Rastî ev e ku dijmin li Herêmên Parastina Medya asê maye, ne dikare pêş de biçe, ne dikare paş de vegere.
Rojnamevan Agir Tufan balê dikişîne ser şerê li tunelên şer û dibêje; Her gava ku hêzên dijmin hewl dide xwe bigihîne tunelan, li berxwedana Gerîla rast tê, darbeyên giran dixwe û paş de direvin.
Berxwedana li Herêmên Parastina Medya, li cîhanê mînakeke xwe nîne.
Ji ber ku Gerilla, ji bo jiyana azad her tiştên xwe feda dikin û ji bo serketinê têkoşînê dikin. Çavkaniya bingehîn ya hêza Gerilla jî Rêber Apo ye.
Di vî şerê giran de berdêlên giran jî têne dayin. Lê her Gerîlayên ku şehîd dikevin, ji bo hevriyên xwe dibine çavkaniya hêzê û hêrsa wan li dijî dagirkeran hîn mezintir di be.
Berxwedana Gerîla, tirseke mezin xistiye dilê dagirkeran. Lewma dema siya Gerîlayekî dibînin jî, bi dehan balafirên şer wê qadê bombarduman dikin.
Rojnamevan Agir Tufan herî dawî dibêje; Bi vê berxwedana Gerîla re serketin wê teqez misoger bibe.
Ji bo ev serketin zû pêk were, divê her Kurdên xwedî wijdan vê yekê bibîne û ji bo têkoşînê jî çi ji dest bê bike.