Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê, bi daxuyaniyekê, 10 şoreşgerên ku di sala 1996’an de, li Girtîgeha Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin û 2 şoreşgerên ji bo şermezar kirina komkujiyê bedena xwe dan ber agir, bi bîr anîn.

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê di daxuyaniya xwe de got. Şehîd kirina bi rengê hovane ya 10 rêhevalên li Zindana Amedê, rûyê reş û kujer yê dewleta faşîst a Tirk eşkere kir.

Rêhevalên me, li dijî dewleta zalim ku bi hêsinan êrîşa wan kirin, bi bedena xwe têkoşîn kirin. Ji bo vê jî, 24’ê Îlonê dîrokeke me ya berxwedana bi rûmet e û divê her tim bê nirxandin û bîranîn.

Zindan ji bo tevgera me keleha berxwedanê ye, lê ji bo dewleta Tirk a faşîst jî cihê êşkence û teslîm girtina şoreşgeran e.

Zindana Amedê jî wek navendek taybet a şikandina îradeya şoreşgeran hatiye bijartin.

Pêşengên tevgera me, Mazlûman, Ferhatan, Kemal Pîran, Sakîne Cansizan Zindana Amedê kirin keleha berxwedanê.

Milîtanên PKK-PAJK’ê jî, bi îradeyek xurt di riyan wan lehengan de têkoşînê dikin.

Grtiyên PKK-PAJKê, soza li hemeberî şehîdan nûkirin û gotin:

Heman mejiyê faşîst niha jî li zindanan zilm û zordariyê dike. Ji bo em hêjayî van hevriyên xwe bibin, rêya esasî xwedîderketina li berxwedana Rêber Apo û berxwedana li zindanan e.

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê welatparêz, raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û zilma li zindanan bikevin nava liv û tevgerê de.