Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê, fermandara Gerilla Axîn Mûş û hevriyên wê Agît Berxwedan, Rohat Pasûr û Demhat Setkar ên 17ê Îlaonê li navçeya Amed Licê şehîd bûn bibîranîn.

Koordînasyonê PAJKê got; Ruhê jinê, bi hesreta azadiyê li çiyayên Kurdistanê bi beden bû û li dijî sîstema serwer a mêrê kujer û dagirkerên faşîst têkoşînê dike.

Ji destpêkê û heta îro, biryardariya fedaî ya li ser xeta Rêber Apo têkoşîn tê meşandin.

Endama Meclîsa PAJK’ê hevrê Axîn Mûş jî, di vê xetê de wek pêşeng û milîtaneke bijarte têkoşîn kir û nasnameya jina azad û sosyalîst, da xuya kirin ku mirov, bi têkoşînê dibe çavkaniya sûdgirtinê.

Hevrê Axîn, bi tecrûbeya xwe ya kedê, bi hişmendiya xwe ya îdeolojîk-polîtîk-leşkerî û bi sekna xwe ya dilnizm, helwesta radîkal û fikrê xwe yê zelal, bû milîtana pêvajoyên herî zehmet û di şoreşa jinê de, bi roleke pêşeng rabû.

Koordinasyona PAJKê herî dawî got; Hevrê Axîn temsîliyeta herî şênber a nasnameya jina azad bû.

Ew sembola lêgerîna, bi jina azad, ava kirina jiyana azad bû. Têkoşîna me ya jinê, berhema keda mîlîtanên wekî hevrê Axîn û bi hezaran fedaiyên dîrokî ye.

Em ê dilsozê vê rastiyê bin û li ser xeta şehîdên xwe yên mezin şoreşa jinê bi serbixînin.

Em ê faşîzmê li Kurdistanê têk bibin û azdiyê misoger bikin.