Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî -Mexmûrê, dest bi perwerdeya sala nû ya 2023-2024’an kir.
Mamoste Beşîr Gabarî, li ser perwerdehiya sala nû vê nirxandinê kir. Li wargehê 5 dibistanên dayîkê û 7 dibistanên Seretayî, Navîn û Amadeyî hene. Xwendina zarok û ciwanan tê wateya ronîkirina civakê û paşerojan. Em wekî mamosteyan vê girîngiyê tînin ziman û wendevanên me jî di vê astê û ferqê de ne.
Beşîr Gabarî wiha dewam kir: Eger em vê nekin em ê hem di jiyana civakî de, hem jî di jiyana xwe de lewaz bimînin. Perwerde, ji bo terbiye û exlaqê mirovan e, ji bo mêjiyê têghiştî ye. Mejiyê têgihiştî dikare bersiva demê û hemû pirsgirêkan bide..
Piştî axavtina mamoste Beşîr Gabarî, refên xwendevanan hatin diyar kirin û derbasî refên xwe bûn.