Duh bi şev li navçeya Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Musilê, li salonek dawetê şewat derket.

Ji ber şewatê zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji destdan û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li ser vê buyerê bi eş li tevayî Iraqê sê roj şîn îlan kir.

Waliyê Musilê Nicim Ciburî jî ji ber bûyera şewatê li parêzgeha Musilê hefteyek şîn ragîhand.