Berpirsê Ofîsa Rizgarkirinê ji Destê Çeteyên DAIŞ’ê Hisên Faîdî duh bi daxuyaniyek a çapemeniyê ragihand ku jinek din a Êzidî ya bi navê A-D ku 9 sal bûn di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû hate rizgarkirin.

Hisên Faîdî diyar kir ku bi vê hejmara rizgarkiriyên ji destê çeteyan gihişte 3 hezar û 574 kesan.

Her wiha Faîdî destnîşan kir ku jina hatî rizgarkirin 23 saliye û ji navçeyek a Şengalê ye, dema hatî revandin 14 salî bû.

Hisên Faîdî bê ku cihê jina Êzidî lê hatî rizgarkirin eşkere bike wiha got:

“Li heman herêma ku jina Êzidî lê hatî rizgarkirin, 4 heta 5 kes lê mane ku werin rizgarkirin.

Ger me karî wan jî rizgar bikin, wê demê emê navê wê cihî eşkere bikin.”

Hisên Faîdî herî dawî da zanîn ku heta niha bi ti şêweyî hikumeta Iraqê ji bo rizgarkirina revandiyên Êzidî, hevkariya Ofîsa Rizgarkirina Revendaiyên ji Destê Çeteyên DAIŞ’ê û banga dirêjkirina destê hevkariyê kir da ku hemû revandiyan vegerînin ser cih û warên wan.