Hevserokê Desteya Parastin û Erka Xweparastinê ya Kobanê Ismet Şêx Hesen derbarê êrîşên dewleta tirk li ser kobanê de got ku, armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker ew e ku aramî û ewlehiya herêmê tevlî hev bike. Ji bo wê jî sivîlan dike hedef.
Ismet Şêx Hesen got ku: “Erdogan bi rêya êrîşên li ser bajarê Kobanê hewl dide çavên cîhanê li ser pêşketinên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bigre û Şerê Tinekirina Terorê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê asteng bikin.”
Şêx Hesen destnîşan kir ku êrîşên ku li dijî Kobanê pêk tên di esasê xwe de li djî hemû gelên Rojhilata Navînin.
Şêx Hesen got ku: “ji ber ku Kobanê li ser navê hemû gelê Rojhilata Navîn li hember DAİŞ’ê li berxwe da. Erdogan bi êrîşên xwe roja Cîhanê ya Kobanê ku dikeve 1’ê Mijdarê dike hedef. Di wê rojê de tevahî cîhan piştgirî dan berxwedana Kobanê û YPJ/YPG’ê.”
Şêx Hesen diyar kir ku têkilî di navbera êrîşên Tirkiyê û civîna 4 alî ya ku 27’ê Cotmehê li Stanbolê hate lidarxistin de jî heye û wiha pêde çû: “Pêwîste Amerîka, Fransa û Rûsya der barê êrîşên li ser Kobanê helwestên xwe diyar bikin. Em di herêma xwe de di nav aramî û ewlehiyê de dijîn. Lê li herêmên din şer heye. Em li vê derê ji bo demokrasî û biratiya gelan li pêş bikeve û teror tûne bibe tekoşîn dikin.”
Şêx Hesen di nirxandina xwe de peyam da hemû gelên cîhanê û got ku: “We çawa destek da berxwedaniya Kobanê, pêwîste hûn li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî bisekinin û xwedî li bajarê Kobanê derbikevin.”
Şêx Hesen di heman demê de bang li gelê kurd û hemû gelên herêmê jî kir ku, “Erdogan erîşî 1’ê Mijdarê dike. Ji bo wê divê di serî de gelê Kurd û hemû gelên herêmê li hember vê siyaseta qirkirinê hişyar bin. Pêwîste gelên herêmê; Ereb, Turkmen, Ermen û hemû gelên din bi derewên ku li dijî wan tene kirin neyên xapandin.”
Hevserokê Desteya Parastin û Erka Xweparastin a Kobanê Ismet Şêx Hesen di dawiyê de got ku şervanên YPJ/YPG’ê û hêzên Erka Xweparastin dê heta dawiyê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bisekinin û şer bikin.
Gundên rojavayê bajarê Kobanê 28`ê Cotemê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatin topbarankirin. Di van êrîşan de sivîl û leşkerên ku herêmê diparêzin hedef hatin girtin. Di encama de yek ji endamên hêzên Erka Xweparastinê şehîd bû.
ANHA