Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (MED TUHAD FED) bi dirûşma ‘bi rihê raperînê emê tecrîdê hilweşînin’ wê di 30’e îlonê ango sibê li Demîr Otelê duyemîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne.

Berdevka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya û endama komeleyê Safiye Akdag, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û banga xwedîderketina li girtîgehan kir.

Emîne Kaya bal kişand ser rewşa girtiyan û got: Em ê bi rêveberiya xwe ya nû re xebatên xwe bidomînin.

Safiye Akdag jî anî ziman pêwîste her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bik, Tecrîda 25 sal berê li ser Birêz Ocalan dest pêk ir, bandor li ser hemû qadan kiriye. Divê em li dijî dijhiqûqiyan, li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û xwedî li girtiyan derkevin.”