Komeleya Lêkolîna Ziman Çand û Hûnerê -Arsîs ya Wanê, li avaniya xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku wan dest bi perwerdehiya zimanê Kurdî kiriye.

Rêveberên DBP, rêveberên komele û gelek kes tevlî civîna çapemeniyê bûn.

Di destêkê de hevserokê DBP’a Tûşba Delîl Aksoy axivî û got: Kêmasiyek mezine ku di qadên jiyanê de bi zimanê kurdî neaxivin. Dibêjin em nikzarin xwe bi zimanê dyaika xwe îfade bikin, ev ne normal e û ji bo zimanê zikmakî fêr bibin me dest bi perwerdehiya zimanê zikamkî kiriye. Divê her kes li malên xwe jî bi zimanê kurdî bi axive. eger ku kurdî nebe em jî nînin.Wek DBP em ê i fêrî zimanê kurdî bibin.”

Piştre, hindekarê Arsîs û nivîskar Heval Dilbahar axivî û got: Dereng jî be, biryara hînbûna zimanê dayikê gelekş girîng e. Ziman hebûna neteweyî ye. Ziman laşê neteweyekê ye. Ziman nebe ew netewe nîne. Ji bo vê jî, pêşxistinia zimanê kurdî pêşxistina hemû nirxên Kurd e.ivê hemû civîn, jin, di xebatên nava gel de bi zimanê Kurdî biaxivin. Zimanê me nasname, rûmet û hebûna me ye. Dem dema têkoşîna zimanê kurdî ye. Bê ziman jiyan nabe.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.