Bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ku starta wê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibû dayîn û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li Stenbolê daxuyaniyek hevpar hat dayîn.
Nûner û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), instituya kurdi, anyakayder, tuhad der, dayiken aştiye, buroya hiquê asrin, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di roja ku were diyarkirin de ewê bimeşin Gemlîkê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Emê bi israr û înad tecrîdê techîr bikin, tecrîda li İmraliyê bingeha hemû nehiqûqî û bêedaletî û her cure kiryarên ne mirovê yên li Tirkiye ne, bingeha hemû qeyranên aborî û mirovî ye…
İktidara AKP MHP dixwaze hemû civaka tirkiye bixe bin qeyd û benda xwe.
Ji bo rizgariya me hemûyan, ji bo aştiya bi rûmet a gelan, divê şert ûm ercên ku birêz Ocalan bi azadî û serbsbed bixebite hebin…ji bo wê divê Ocalan tavilê were berdan.
Her ku dengê birêz Ocalan digihê civakê, taritî ronî dibin…
Birêz Ocalan alîgir ê wekheveyi a
Heya tecrîda imraliyê rabe, wê berê me li Gemlîkê be.
Niha tam ew deme ku em bi hemû hêza xwe bikevin nava tevgerê.
Emê ji her herêmê ji çar aliyan bimeşin Gemlîkê… Emê destrûn nedin ku tu kes hêviya aştî û bihevre jiyana gelan bişikîne.
*Agahiyên berfirehtir ên ser vê plansaziya meşa ber bi Gemlîkê ve wê rojên pêş bi raya giştî re werin parvekirin.