Rojnamevan û nûçegihanê ANF’ê Seyîd Evran ku li Rojava di encama êşa dil de roja 22’yê îlona 2023’yan şehîd bû, duh li paytexta Belçîka Brukselê bi merasîmekê hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Kedkarên Çapemeniya Azad ve hat lidarxistin.

Gelek rojnamevan beşdarî merasîmê bûn.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî beşdarî bîranînê bû.

Sînevîzyona derbarê jiyana bi têkoşînê dagirtî ya Seyîd Evran, hat temaşekirin.

Piştre yek ji hevalên Seyîd Evran Rojnamevan Huseyîn Dag têkildarî têkoşîna Seyîd Evran a di salên ciwantiyê de û salên tevlîbûna wî ya Tevgera Azadiyê axivî.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî axivî, destnîşan kir ku têkoşîna ku Evran meşandî, di heman demê de têkoşîna Çapemeniya Azad e û got:

“Seyid Evran, Ji bo ku ji têkoşîna welat û gelê xwe re bibe bersiv, tiştên nedihatin zanîn eşkere kir û ji bo ku dîroka PKK’ê, Rêber Apo û gerîla vebêje jiyana xwe derbas kir. Di destê me de ye ku em vî ruhî bidin jiyandin.”

Piştî axaftina Kartal, rojnamevanên din jî yên ku Evran nas dikirin û ji têkoşîna wî re şahidî kiribûn, axivîn.

Rojnamevan Aysel Avesta jî diyar kir ku Seyîd Evran ji wan re mîrateyeke mezin hişt.