Gayene Gevorgiyan, ji ajansa ANFê re axivî û got; Ez li Ermenîstanê hatime dinyayê û 62 salî me. Malbata min di qirkirina sala 1915’an de, reviya çû Ermenîstanê. Di erdhêja 1988’an û şerê Azerbeycanê de, jiyana me serobinî hev bû. Ez û 2 zarokên wê çûne Ukrayna, lî dîse em vegeriyam Emenîstanê û ji wir jî hatim Stembolê û hatim Wanê.
Gevoriyan got; Ez gelekî hej ji Wanê dikim. Jiyana me dişibe hev. Tenûrên wme dişibin hev. Mirov laçikên xwe wek hev gire didin. Dayika min, her tim digot biçe Wanê, ez jî werim. Niha ez li bajarê ku dayika min bi hasreta wê bû me. Ez Ermeniya Wanê me û piştî 100 salî li Wanê bi cih bûme. Ciwanan ez nerehet dikirim. Min paçeyên xwe deriyê xwe kirin hesin. Piştre kesî êrîşî mala min nekir.
Gayene herî dawî got; Dema hatim Wanê, min pirsî, xaniyê dapîra min şanî min dan. Min, ax ji wir bire ser gora dayik û dapîra xwe. Min got, hûn rehet bin min axa we ji we re anî.
Rayedarên bajêr li hemberî warên dîrokî xerab tevdigerin. Goristana Artemîtê kirine tuwalet, ev şerm e. Bi maşîneyan gorên berê kolane, hestiyên miriyan bela kirine. Li gundekî Westanê jî dêr kirine mizgeft. Min hestiyên li Artemîtê kom kirin û kirin bin axê. Ez bang li rayedaran dikim ku, tiştên dikin gûneh e. Divê tu kes neçar nebe nasnameya xwe veşêre.