Xwişka rêber Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û xizmê wî Mehmet Reşît Ocalan der barê Komploya navneteweyî û agahînegirtina ji Abdullah Ocalan de axivîn

Fatma Ocalan anî ziman ku 8 sal in wê birayê xwe Rêber Abdullah Ocalan nedîtiye û ev tişt gotin:

“Ez 3 caran bi wesayita seqetan çûm girtîgehê û min hevdîtin pêk anî lê ev 8 sal in ji ber ku hevdîtin qedexeye nikarim biçim. Em ji ber rewşa tendûristiya birayê xwe pir bi fikar in, heye tune ye em nizanin. Em dixwazine carê bibînin lê dewlet nahêle. Hemû gel bi fikar e, hemû kes rewşa wî meraq dike.”

Xizmê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Reşît Ocalan (81) jî diyar kir ku wan jî li ser televîzyonê bi awayekî fikar derketina Abdullah Ocalan a ji Şamê ji nêz vê şopandiye û wiha got:

“Piştî ku ji Şamê derket çend meh şûn ve bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Me jî girtina serok li ser televîzyonê dît. Em pir xemgîn bûn. Dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li dijî serok ev komplo pêk anîn.

Ocalan got komploya navneteweyî îro jî bi tecrîda girankirî berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Bi tecrîdê dixwazin serok bidin jibîrkirin. Ev polîtikayên tecrîd û şer aboriya Tirkiyeyê jî qedandiyê. Îro Tirkiyeyê ji hemû aliyan ve di nav qirîzike de ye. Tirkiye jî ev zêdetirî 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Tirkiye qanûnên xwe bi cih naynin.

Mehmet Reşit Ocalan destnîşan kir ku bi bertekên xurt dikarin tecrîde bişkînin,
Partiyên muxalefet ku qala hiqûqê dikin dema mijar dibe kurd weke desthilatiyê tevdigere. Ji ber we divê kurd li ber xwe bidin xelk ji bo me tiştekî nakin. Tecrîd bi bertekên xurt ên gel vê tê rakirin.”