Rojnamevan Dilara Naurheq, li ser Gerilla Armanc Cemre -Fatoş Zûgûrlu, nûçeşîroyeke nivîsî ye û dibêje; Armanc, li Gundê Fîsê, di nava malbatek welatparêz de hatiye dinyayê. Gundê Fîse, cihê ku PKKê lê hatiye avakirin e. Mlabata Armanc, ji ber zext û zora dewleta Tirk, koçî Duzceyê kir.
Rojnamevan Dilara dibêje, Armanc, di nava ciwanên welatparêz de dest bi kar kir Di pêvajoya Xwerêveberiyê de tevlî Berxwedana Nisêbînê bû û di dema vekişînê de dîl kete destê dijmin. Sal û nîvekê li zindanê ma,. Piştî ji zindanê derket tevlî nava refên Gerilla bû.
Gerilla Armanc diyar dikir ku ewê , li mîrateya Zîlan û Bêrîtanan xwedî derkevê û digot: Hevrêtiya li nava PKK’ê mîna sirr û razê gerdûnê ye. Hûn hezkirineke bi vî rengî ya hevrêtiyê li devereke din nikarin bibînin. Hezkirineke welê ye ku di oxira wê de hûn dikarin li ber hemû cîhanê rabin. Têkoşîna her hevriyên me, ji bo jiyana azad e. Mirovên ji jiyana azad bixwazin pîroz in.
Armanc, bi îrade û wêrekiyek destanî piştgirî dida hevriyên xwe yên di tunelên şer de ûê yek kêliyê di ji xeta fedaîtiyê dûrneket. Bi û sekn û têkoşîna xwe, bû yek ji milîtana Rêber Apo û hevriyên xwe yên şehîd.
Gerîla Armanc di 17’ê Tîrmeha 2022’an de, di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, li li Herêmên Parastina Medya tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû.