Yilmaz Ozalp 43 salî bû û 1ê Çileya 2022’yan de bi hinceta “heqaret li Erdogan kiriye” hate girtin.

Di meha nîsana 2023’an de li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê krîza dil derbas kir.

Ew rakirin nexweşxaneyê, anjiyo bû û 2 roj pişt re dîsa şandin girtîgehê.

Ji ber ku tedawîya wî baş nedimeşiya nexweşî giran bû û 5 Tebaxê careke din rakirin nexweşxaneyê, 58 rojan di beşa venihêrîna awarte de ma.

1’ê Cotmehê Yilmaz Ozalp ji ber xemsariya rayedarên Dewleta Tirk şehîd bû.

Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û rêveberên HDP’a Konakê jî di nav de gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn.

Cenazeyê Ozalp serê sibehê ji nexweşxaneya Çigili ya Îzmîrê hate wergirtin û birin mizgefta li Kadîfekaleyê.

Piştî nimêja cenaze, cenazeyê Ozalp bi dirûşmeya “şehîd namirin” ber bi Goristana Taxa navçeya Salihlî ya Manîsayê hat birêkirin.

Rêveberên Rêxistina HDP’ê Manîsayê li ber goristanê cenaze pêşwazî kir.

Yilmaz Ozalp li goristana ku gora dê û birayê wî lê hatibûn veşartin hate oxirkirin.