Hesen got, li dijî gefên Erdogan ên ku dixwaze DAÎŞ’ê zindî bike Sûriyeya Bakurê-Rojhilat dixwaze têkoşînê geş bike.

‘LIHEVNEKIRINA LI SER ÎDLIBÊ DIDOME’

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen li ser civîna çar alî ya li Stenbolê ya bi tevlêbûna Rûsya, Tirkiye, Elmanya û Fransayê axivî û got van hêzan li hev nekiriye, armanc dikin ku her roj bi hesabekî dî rabin.

Hesen got, sedema lihevnekirina wan hesabên wan ên li ser Îdlibê ne. Nirxandina Hesene wiha ye:

“Niha li ser Sûriyeyê gelek alî mijarê gotûbêj dikin. Ev jî bi meseleya Îdlibê ve eleqedar e. Di demeke wiha de ku Sûriye, Rûsya û Îran xwe amade dikir ku êrîşî Îdlibê bike ev danûstandin zêdetir bûn. Li dijî vê jî nerazîbûn û mudaxeleyên DYA, dewletên Ewropî û hêzên hevpeyman, her wiha ji aliyê Tirkiyeyê ve jî nearamiyek çêbû. Dema rewşek wiha derket holê, Tirkiye jî ji vê sûd dît û dengê xwe derxist. Li gel vê di serî de DYA û hêzên hevpeyman daxwaza çareseriyek siyasî kir û dîsa guşara DYA ya li ser Îranê heye. Ji bo wê Rûsya neçar ma serî li rêyeke din bide. Vê jî kir ku hemû aliyan de li hev bikin yan jî nêzî hev bibin. Nexasim jî di navbera Ewropî DYA û Rûsyayê de ev pêk were.

‘BERJEWENDIYÊN HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LI HEV NAKIN’

Demeke dirêj ji bo vê civîna çaralî amadekarî hatibû kirin, heta dihate gotin wê Fransa, Rûsya Tirkiye û Îran li hev bicivin, piştre ev rawestiya. Ji bo çareserkirina pirsa Sûriye bê ka wê çawe çareser bibe trafîkeke ya dîplomasiyê heye ku her alî bikare tê de berjewendiyên xwe biparêze. Ji ber ku berjewendiyên wan nakok in, bi pirsgirêk in. Piştî ku mesela Îdilibê hinek bêdeng bû. Niha her kes dixwaze vê rewşê ji bo xwe bikar bîne, di warê çareseriyê de gav bê avêtin. Eger ku gav neyê avêtin xeteriya şer tim heye. Dema mirov li ser bejahiyê li mijarê dinêre, heta niha di gavên hatine avêtin de ti çareserî bi xwe re neaniye. Di helwest û nêzîkatiyan de hê jî nakokî hene. Daxwazên DYA cuda ne, Rûsya cuda ne, Tirkiye cuda ne û yê Fransa cuda ne. Ji xwe ji daxuyaniyên aliyên li ser heman mêze rûniştibûn jî ji hev cuda bûn. Ji van daxuyaniyan mirov dibîne ku nakokiyên wan kûr in û li ser mijarê li hev nekirine. Hatiye gotin ku divê hewldanên çareseriyê bên xurtirkirin. Bi gotinê wan divê heta serê salê di warê destûra bingehîn de hinek gav bên avêtin. Bi dîtina min ev wisa bilezînin dibe ku hinek gav bên avêtin, lê ev yek ji ber nakokiyên wan nabin. Ji ber ku De Mîstûra bi vekirî gotibû ku rejîm napejirîne. Ji bo wê di vê rêbazekî din bibînin. Ew jî wê rêbazeke çawa be hê ne diyar û nîqaş li ser tên kirin. Li hemberî vê jî wê helwesta rêveberiya Bakûrê Sûriye û muxaleftên ( çeteyên li Îdili û derdor) ên li Sûriyeyê wê çibe ji niha ve nediyar e. Hewldan û rêbazeke ku ji bo bikaribin bê ku şerek rû bide, kar bikin hete niha halê hazir nîne.

‘ERDOGAN BI TALOKE DILÎZE’

Dema ku rewş wisa be Erdogan dixwaze ji her tiştî fêdeyek bibîne, ji bo êrîşî Kurdan bike ya esas êrîşî tecrûbeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bike. Hê civîn dom dikir bi top û hewanan êrîşî Kobanê kirin. Deverên QSD û gundên welatiyên sivîl lê bûn bombe kirin. Di vê mijarê de divê tu hêz û alî li dijî vê bêdeng nemîne, ev mijarekî cidî ye. Divê gelê me li kû dibin bila bibin li dijî van gefan bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.

Halê hazir ji ber rewşa herêm û nelihevkirinên aliyan wê Erdogan nikaribe bi ya xwe li herêmê bike. Rewş ne li gorî dilê wî û daxwaza wî ye. Ji bo wê jî wê her fersendê bixwaze sûdê jê bigire û êrîş bike û derbeyekê li tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Divê ev yek neyê jibîrkirin, em bînin bîra xwe çawa êrîşî Efrînê kir, di dilê wî de heye êrîşî her derê bike. Ji bo vê dema rewş ev be di serî de divê em gelê Kurd gelên li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ne ku me sîstemeke azad û demokrat me bi hev re avakiriye divê em têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya Erdogan xurtir bikin û bidomînin. Divê berxwedana Efrînê ji her alî ve bi xurtir bê meşandin ku planên Erdogan vala bên derxistin.

‘ERDOGAN DIXWAZE DAÎŞ’Ê ZINDÎ BIKE’

Tehdîdên Erdogan xeter in. Ya neyê ji bîrkirin û teqez li ser bê rawestandin ew e ku Erdogan dixwaze carekî din DAÎŞ vegere . Ji xwe hevkariya wî ya berê bi DAÎŞ’ê re dinya alem dizane. Niha jî nêzîkatiya wî ya bi çeteyan re dom dike.

Niha jî dixwaz êrîş hêzê ku DAÎŞ şikandiye bike, li hemberî vê dinê tev bêdeng in. Ev bêdengî pir metirsîdar e, berovajî vê divê li dijî vê helwesteke cidî ya di vê meselê de hebe. Ne tenê gelê me divê, hêzên di nava hevpeymanê de ne, divê êdî helwestên pir zelal raber bikin. Eger ku ev nebe wê bi xwe re aloziyên pir mezin bînin.”

SEYÎD EVRAN / ANF