Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di salvegera 25’an ya Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de gotarek nivîsî û dibêje; Bi têkoşîna gelê Kurd wê azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe û komplo biqede.
Bayik wiha dewam dike: Yek ji taybetmendiyên sereke yên Rêber Apo, têkiliya ku bi gelê Kurd re daniye. Rêber Apo xwe bi tevahî kiriye aîdî gel. Gelê Kurd jî vê dizane, bi vî rengî nêzî Rêber Apo dibe û pê re dibe yek. Ji bo ku ev dilsoziya di navbera gelê Kurd û Rêber Apo de bê fêmkirin, têgihîştina fikir û felsefeya Rêber Apo gelekî girîng e.
Komplogeran xwestin ku vê têkiliya mezin qut bikin. Lê nikarîbûn. Sedemên vê jî gelek in. Yek ji wan jî paradigmeya Rêber Apo ya ku rastiya gelan, jin û ciwanan datîne holê. Ev nêzîkatiya Rêber Apo girîng e, kûr û dîrokî ye. Ev dîtin, civak û mirovan, fikr û nêzîkatiya li paşerojan temsîl dike. Gelê Kurd vê ratsiyê dibîne û li dora Rêbner Apo bûye xelek. Di kesayeta berxwedêr û zana ya Rêber Apo de xwe û paşarojên xwe dibîne.
Mirov her dem li ser ahenga gotin û jiyanê disekine. Rêber Apo gotin û ahenga jiyanê jî kirin yek û nirxandin kirine. Gel jî ev rastî dît û ew weke rêberê xwe qebûl kir.
Li hemberî ku Kurd di bin pergala înkar û qirkirinê de ne jî, li Rêber Apo, li paradigmeya wî xwedî derdikeve. Ev zemkirina diyalektîka serdemê ye.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê, dixwaze rewşa Kurdan weke gel û civakê xera bike. Siyaseta înkar û qirkirinê kiriye bingeha siyaseta xwe û dixwaze gelê Kurd tune bike.
Lê têkoşîna ku Rêber Apo da destpêkirin, gelê Kurd hişyar kir û kir ku xwe ji nû ve ava bike. Gelê Kurd li ber tunebûnê bû, lê rabû ser xwe. Bi pêşengiya Rêber Apo, gora betonî ya li Çiyaê Agirî parçe kir. Gelê Kurd jî, di mercên wiha de, bi Rêber Apo re dest bi têkoşînê kir.
Rêber Apo jî bi temamî baweriya xwe bi gel anî, pê bawer bû û pişta xwe da gel ê têkoşîn kir.Ji bo vê jî PKK’ê ava kir.
Rêber Apo, ew pergala dewletê ku li ser inkar û tunekirina gelê Kurd hatiye avakirin parçe kir, Îro her Kurd û her mirovên xwedî vidajn vê ratsiyê dianze û behsa wê dike. Ev ratsî tê wateya şiyarbûna gel û zmetkirina zimanê diyalektîke serdemê.
Helbet Rêber Apo her tiştî ji bo gelê Kurd kir. Ya rast, weke kurê vî gelî, ji bo gelê xwe her tiştî kir. Rêber Apo li jiyana şexsî negeriya. Ne di lêgerîna mal û milk de bû. Bi tevahî li têkoşîn û pêşketin û serketina doza Kurdistanê difikirî. Ev mijarên pir girîng in.
Gelê Kurd vê rastiyê baş dizane, bi kelecan û baweriyeke mezin girêdayî Rêber Apo ye. Rêber Apoçawa nêzikî gel dibe, gel jî wisa nêzîk Rêber Apo bû,
Em niha ketine sala 26’an a komploya navneteweyî. Em hewl didin rastiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo fêhm bikin û li dijî vê têkoşinê bikin.
Dema ku komploya navneteweyî ket meriyetê, gelê Kurd beşdarî çalakiyên “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” bû û li dijî komploya navneteweyî çi pêwîst bû kir.
Komplogeran, ji bo qutkirina têkiliya gelê Kurd û Rêber Apo pêkbînin. Îro jî bi tecrîdê dixwazin vê yekê bikin. Lê gelê Kurd bertek û helwestek ji ya dihat pêşbînîkirin gelekî bilindtir nîşan da û hêviyên komplogeran pûç kirin.
Helwesta gelê Kurd ya li hemberî tecrîd û pergala îşkenceya Îmraliyê jî eşkere ye. Sîstema tecrîd û îşkenceya Îmraliyê di çarçoveya komploya navneteweyî de hat pêşxistin. Gelê Kurd 25 sal in, bi çalakiyên bênavber li çar parçeyên Kurdistanê û li her cihê ku lê ye, armanca dijmin û hêzên komploger pûç kirin.
Doza gelê Kurd, bi hembêzkirina Rêber Apo, li hemû cîhanê bela bûye û ji çar aliyên cîhanê piştgirî tê kirin. Ev pêşveçûnek mezin e. Gelê Kurd di dawiyê de diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike û dest ji vê bernade û bi destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî îradeya xwe ya ji holê rakirina komploya navneteweyî ji bingehê û bidawîkirina wê nîşan da.
Ev helwest teqez wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike û komploya navneteweyî bi temamî biqedîne.
Weke tevger em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê helwestê. Tişta ku divê em li dijî tecrîda mutleq ya dijmin bikin ew e ku em vê helwestê hîn bi pêş bixin û bi awayekî herî xurt nîşan bidin.