Çalakiya li pêşiya Konsolosxaneya Îranê ya li Osloyê ji aliyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komîteya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ve hate organîzekirin.
Komîteya KJAR’ê ya Norwecê li vir daxuyaniyek da û bi bîr xist ku hêzên dewleta Îranê aktîvîst Ciwana Sine ji meha Tîrmehê ve revandine û hîn jî aqûbeta wê nizanin.
KJAR’ê got, “Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî bi nasnav Ciwana Sine li Rojhilatê Kurdistanê karê me yê rêxistina siyasî dimeşîne, li nêzî bajarê Sine hate revandin û agahî jê nayê wergirtin.”
Malbata wê ji bo aqûbeta qîza xwe Werîşe hîn bibe, gelek hewl da lê tu encam negirt. Vê yekê fikarên malbatê û rêxistina me zêde kirin.”
Nûnerê Tevgera Azad ê Ewdrupayê Omer Amîn jî ragihand ku Ciwana Sine ji aliyê îstîxbarata Îranê û sîxurên Muxafizên Şoreşê ve hatiye revandin û got, “Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana vê hevala me ya şoreşger berpirsyar e. Divê tavilê bê berdan.”
Çalakî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.