Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk, li ser salvegera komploya navneteweyî-9’ê Cotmehê ji ANF’ê re axivî û got;
25 sal demeke kurt nîne, Rêber Apo jî çariyek sedsal e di hucreyekê de tê girtin. Dîsa jî têkoşîn kir, fikrên nû, riyên ji bo çareseriyê afirandin û şoreşa Kurdistanê gihande asteke dîrokî. Divê tu kes van salên dijwar, karê hate kirin û têkoşîna hatiye dayin û tê dayîn ji rêze nebîne.
Cemal Şerîk dazanîn ku paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, destketiyên dîrokî ne û got;
Ev paradîgma ji nûve nirxandina cîhanê ye, ji nû de avakirina sîstema li gorî cewherê mirovaniyê ye. Ev jî, li xiş û hesabê hêzên hegemonîk û bazirgan nehat.
Têkoşîna Rêber Apo û hêza fikrî ya xweparastinê ye û ji tevahiya mirovaniyê re mînak e. Vê berxwedanê sînorên Îmraliyê derbas kirine, bûye malê gelan. Ev têkoşîn, li Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê gihîştiye asteke giring. Ne tenê kadroyên PKK, ne tenê Kurdistanî, mirovaniya pêşketî, zanist xwedî li fikrên Rêber Apo derdikevin. Divê mirov vê rastiyê bibîne û li dijî komploya navneteweyî têkoşînê bike.
Cemal Şerîk mînaka têkçûna Gerillayên Perû yên, Riya Ronahiyê da û got; Gelek rêxistinên bi vî rengî hene ku li hemberî êrîşên bi vî rengî nikarin xwe komî ser hev bikin. Lê, li Kurdistanê bi vî rengî nebûye. Yê ku nehişt bi vî rengî bibe Rêber Apo ye. Di her firsetê de, ji bo pêşketina şoreşa Kurdistanê bi fikir û riyên cûda, derfet afirandin, tevger û gel komî ser hev kir. PKK jî, li hemberî her cûre êrîşan têkoşîna xwe bi biryardarî dewam kir û dike.
Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bi esasgirtina berxwedana Rêber Apo dikare bê kirin. Esas girtina berxwedana Rêber Apo jî, fêhm kirina fikrên wî û bicihanîna wan fikran e. Ev jî bi azadkirina Rêbertî pêkan e.