Li herêma Raperînê, MÎT’a Tîrk êriş bir ser welatparêzek jî Başûrê Kurdistan. Welatparêzê mijara gotinê bi çek bersiv da û ê rişkarê endamê MÎT’a Tîrk kuşt.
Êriş li bajarokê Sengeserê yê navçeya Pişder a Rêveberiya Raperînê ru da.
Kesê bi navê Sînan Demîryurek ku tê gotin endamê MÎT’ê ye, bi motosîkletekê êrişa bi çek bir ser welatparêzek ji Başûrê Kurdistanê.
Endamê MÎT’ê Demîryurek bi çekê gule li welatparêzê ku navê wî nehat zanîn, reşand.
Welatparêzê ku bi giranî birîndar bû, bi çeka li ser xwe bersiv da êrîşkar û ew kuşt.
Welatparêzê ji Başûr rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî nasname û belgeyên ku ketine destê Rojnews’ê, êrîşkara endamê MÎT’a Tîrk Sînan Demîryurek ji bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê ye û demeke li bajarê Silêmaniyê dijî.