Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.
Parêzer heftê du caran ji bo hevdîtinê serlêdan dikin, rayedarên tirk, her car wekî karekî rûtîn, van serlêdanên parêzeran bêbersiv dihêlin.