Rojnameger Derya Ren a li Girtîgeha Jinan a Amedê girtiye, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi nameyekê ragihand.
Nameya Derya wiha dom dike:
“Ligel binpêkirinên mafan ên roj bi roj giran dibin girtîgeh veguherîne malên tecrîd û mirinê û biryarên dîrû exlaq û wijdanê. Lêgerîna tazî ya bi erêkirina wezareta dadê di bin navê ‘lêgerîna berfireh’ de tê rewakirin. Girtiyên nû tînin zindanê rastî sepana lêgerîna tazî tên, dema li dij derdikevin, tundî li wan tê kirin. Ji bo van nerazîbûnên girtiyan bitepisînin jî cezayên dîsîplînê didin wan.”
Derya bi van gotinan balê dikişîne ser rewşa girtiyên bi nexweşiyên giran:
“Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Rewşa girtiyên nexweş ên siyasî ji nedîtîve tên. Heval Semîre Dîrekçî jî bi nexweşiyên giran e. Şefîka Kandar a 65 salî jî nexweşa tansiyona bilind e û gelek nexweşiyên wê yên din hene. Tevî van nexweşiyên giran jî heval Semîre û Şefîka ji ber raporên ATK’ê nayên berdan.”
Derya her wiha dide zanîn pirtûkên li pirtûkxaneyê bi piranî yên olî ne, qawişên wan 24 saetan bi kamerayan tên şopandin, rojnameyên Yenî Yaşam û Evrensel nayên dayîn:
“Nameyên me gelek caran bi hincetên vala tên desteserkirin. Ji bo girtiyên edlî mafê hevdîtina telefonê 120 deqe ye. Lê ji bo me bi 10 deqeyan hatiye sînorkirin. Pêkanîna cot-kelemçe rûmeta mirov binpê dikin. Ji ber vê pêkanînê girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê.”
Derya destnîşan dike ku bi pêvajoya pandemiyê re lijneyên ketine meriyetê bûne mekanîzmayên darizandina duyemîn û anî ziman ku Kubra Barutçu û Jiyan Arikboga yên divê di meha tîrmehê de bihatana berdan jî bi awayek kêfî nehatine berdan.
Bi van gotinan nameya xwe bi dawî dike:
“Em girtî ji mafê sohbetê fêdeyê nagirin. Ev demek dirêj e em dernakevin qadên hevpar û girtiyan di qawişan de hepis dikin. Ev tiştên min gotin, girîdayî polîtîkaya tecrîdê ne. Çavê me li riya saziyên civaka sivîle ku bikevin nava tevgerê