Filmê “Li Sûrê Devran (Sur’da Devran) bi derhêneriya Haşim Aydemîr, qala jiyana 3 ciwanên bi navê Tîtî, Dodo û Şaşo dike, 13’ê Cotmehê dikeve vizyonê.
Di fîlm de Sirri Sureyya Onder, Nazmi Kırık û Yuksel Unal dilîzin. Senaryoya fîlm ji pirtûka çîrokan a girtiyê 28 salan Murat Turk a bi navê “Dijminê li ser pirê (Koprudekî Duşman)” hatiye çêkirin..
Filmê li ser çanda “çûkan” a li navçeya Sûrê ya Amedê belav bûye, car caran behsa hafizeya siyasî ya serdemê jî dike û panoramaya atmosfera siyasî ya ku jiyana salên 90’î li kolanên Sûrê pêk hatiye, pêşkêşî temaşevan dike.
Filma ku mîzah, xizanî, evîn û serpêhatiyên zindanan di nav hev radixe ber çavan, ji aliyê Erdal Oyunlu ve hatiye çêkirin; Sabahat Altîparmakoglu jî senarîstiya wî kiriye.
Mûzîka fîlm jî ji aliyê ‘Bajar’ hatiye çêkirin.
Lîstikvanên ciwan ên ku li Amedê ji dayik bûne û mezin bûne Mustafa Yalçin, Ahmet Baran Başboga û Savaş Damla ku li gel lîstikvanên profesyonel dest bi sînemayê kirine, di rolên sereke de cih digirin.
Fîlmê ‘Surda Devran’ wê 19’ê cotmehê gelek navendên welatên mîna BELÇÎKA, DANÎMARKA, ELMANYA, ÎNGILISTAN, FRANSA, HOLLANDA, AVUSTURYA, SWÎSRE cara pêşîn were nîşandan.